Xwe qeyd biken yekser!

 

Avakirin, avahî û malûmilk

Rêya pîşeyî/karî zûtirîn rê ye bo karî! Heke hûn dixwazin karbiken di warê avakirnê de, dê hûn vê rê ya karî hilbijêrin. Belkî hûn dixwazin bibin necar (dartraş), sebax, plumber (VVS-montör), çavdêr an nobedarê avahîya? Gelek delîve hene!

Hûn zimanê swêdî dixwînin û di heman dem de hûn dikarin biçin e kursekî karî di warê avahî de. Ev tê vê mane yê ku hûn gelek zanînê werdigirin li dor karkirna pîşesaziya ku hûn dixwazin tê de kar biken. Hûn dê fêrî peyva bin yên ku hûn hewce dibin, û hûn dê serdana cihên karî yên cûda biken. Her wesa dê we şans/delive hebit ku hûn praktîkê biken.

Li gel mamosteyê xwe yê karî, hûn jiyana xweya karê pêşerojê plansaz diken û ka dê çawa gehin armanca xwe.

Hûn dê CV-yeka baş stînin û dê xwe li ser hevpeyivîna karkirnê fêr ken.

Li gel mamosteyê xwe yê sfi, hûn kursên xwe plansaz diken da ku di zûtirîn dem de şehadetnamê/notan bistînin.

Hûn bi xêr hatin ku hûn sfi, kursên pîşeyî bixwînin û di heman dem de praktîkê bistînin!

Gelek karên vala hene di warê avakirnê û avahîya da!

 

Xwe li hêr e qeyd biken, em kêfxweş in ku alîkar ya we bikeyn!

Bo bitir pêzanîna û alîkariyê li dor qeyd kirnê/ navnivîsandinê!

Läs mer

              

 

Meriyetê hilbijêrin – hemû rêyên pîşeyî me hene!

Hûn dixwazin fêrî zimanê swêdî bibin di heman dem de ku hûn praktîkê diken an karken li otêlekê an di pîşeyek e xizmetê ya ditir de?

Belkî hûn dixwazin ku praktîkê biken li pêşdibistanê an li xaniyekî kalûpîran di heman dem de ku hûn zimanê swêdî dixwînin?  

An jî- hûn dixwazin karken wek boyaxker (sebax), şofêr an karmendê embarê û hûn pêdivî ne ku baştir fêrî zimanê swêdî bibin bi lez?

Em dixwazin alîkariya we biken ku hûn bigehin armanca xwe. Eve bi tenê çend nimûne ne ku Merît pêşkêş diket.

Li nik me, mamosteyên sfi bi mamosteyên pîşeyî re hevkar in. Me tecrubeyek a ber fireh heye ku xwendina swêdî bi jiyana karî ve girê bideyn.

 

Merit hemû dews/rêkên pîşeyî (yrkesspår) pêşkêş diket:

– Lênêrîn/ sexbêrî

– Avakirin, avahî û malûmilk

– Pêşdibistan / dibistan

– Xizmet (otêl, xwaringeh, paqijî, bazirganî)

– Enbar / lojîstîk / veguhastin (tombêl/wasite/erebe).

 

Alternatîv/ vebijarkên xwendinê:

Bernameya/ plana sabit: 15 demjimêr

Bernameya/ plana sabit: 30 demjimêr

Plana fleksîbel/ nerm.

 

Rê û kursên xwendinê:

Riya xwendinê 1: Kursên C û D

Riya xwendinê 2: Kursên B, C û D

Riya xwendinê 3: Kursên C û D

Hûn gelek bi xêr bên!

 

Hûn distînin:

  • Demên fleksîbel/ nerm: Hûn bernama/ plana xwe ya ku minasib bo we bi xwe çêken – sibe, nîvro, êvar an dûr (fêrbûna ji dûr ve)
  • Serdanên xwendinê û praktîkê li cihên karî.
  • Rahênerên zimanî ên ku diaxivin bi Erebî, Viyetnamî, Darî, Ingilîzî, Tîgrînî, Somalî, Kurmancî, Soranî, Badînanî, Farisî, Paştî, Sirbî, Bosnî, Kurwatî, Rûsî, Ukranî.
  • Rahênerên pîşesaziyê yên ku têkilî heyn bi gelek şirketên cûda re.
  • Avahiyên dibistanê yên xweş li bajêr û li Berga.
  • Mamosteyên dilsoz û xwedan ezmûn.
  • Platforma fêrbûna dîjîtal.
  • CV û portfoya şîyandarî.

 

 

Xwe li hêr e qeyd biken, em kêfxweş in ku alîkar ya we bikeyn!

Bo bitir pêzanîna û alîkariyê li dor qeyd kirnê/ navnivîsandinê!

 

Visa mindre